Kazimî daxwaz ji welatên Yekîtiya Ewropa dike piştevaniya Iraqê bikin

Serok wezîrên Iraqê daxwaz ji welatên Yekîtiya Ewropa dike ku ji ber rêkarên rûbirûbûna Korona û daketina nirxê neftê di warê ewlehî û abûrî de piştevaniyê li Iraqê bikin.

K24- Hewlêr

Serok wezîrên Iraqê daxwaz ji welatên Yekîtiya Ewropa dike ku ji ber rêkarên rûbirûbûna Korona û daketina nirxê neftê di warê ewlehî û abûrî de piştevaniyê li Iraqê bikin.

 Di civînekê de ligel balyozên welatên Yekîtiya Ewropa li Iraqê , Mistefa Kazimî daxwan ji Yekîtiya Ewropa kir di warê ewlehî û abûrî de piştevaniyê li Iraqê bikin û tekez kir ku Yekîtiya Ewropa bo Iraqê hevbeş e.

Herweha tekez kir ku ew pabend in di cîbicî kirina wan sozan ku bi gel dan e û parastina azadiya derbirînê û encamdana çaksazî û helbijatina pêşwext.

ji aliyê xwe ve balyozên welatên Yekîtiya Ewropa tekezî li piştevaniya serwerî û ewlehiya Iraqê kirin.