Li Xaneqînê jin û mêrek hatin kuştin

Li Xaneqînê vê careke jin û merêkî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Xaneqînê vê careke jin û merêkî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin kuştin.

Peyamnêrê K24 da zanîn, li gundê Tefreqe yê ser bi Xaneqînê ve, çekdarên DAIŞê kesek û jina wî di otombîla wan de kuştin û piştî ku zaroka wan a 2 salî revandin, agir bi otombîlê xistin.

Heşda Şeibî jî di daxuyaniyekê de belav kir, piştî bûyerê hêzên ewlehiyê yên Iraqî dest bi operasyoneke kir û zaroka 2 salî li nêzîkî cihê bûyerê dît.

Ev di demekê de ye, duhî jî çekdarên DAIŞê li gundê Mêxasê yê ser bi xaneqînê ve, 2 welatiyên Kurd revandibûn û kuştibûn.

Demek e çekdarên DAIŞê derfet dîtine û êrîşî hin navçeyan dikin, bi taybet li navçeyên parêzgehên di navbera Kerkûk, Selahedîn û Diyale de.

 

S. B