Wezîrê Tenduristiyê: Perestar di rojên dijwar de, wek pêşeng û Pêşmerge li bereyên pêşî ne
Bi boneya Roja Cîhanî ya Perestaran, Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî peyamek belav kir û tê de ragihand: “Perestar di rojên dijwar de, wek pêşeng û Pêşmerge li bereyên pêşî ne”.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi boneya Roja Cîhanî ya Perestaran, Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî peyamek belav kir û tê de ragihand: “Perestar di rojên dijwar de, wek pêşeng û Pêşmerge li bereyên pêşî ne”.
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di peyama xwe de dibêje: “Di roja Cîhanî ya Perestaran de, germtirîn pîrozbahî li peresteran bi giştî û li perestar û karmendên tenduristiyê li Kurdistanê bi taybetî dikin. Rola perestaran û karmandên tenduristiyê di tevahiya pêşhat û qeyranên bûrî de pêşeng û pêşmerge bûn, di qeyranên darayî, xizmetguzariya koçberan, şerê li dijî teroristên DAIŞê û berevaniyê û di rojên dijwar û bûyerên cuda de her hêlên pêşî bûn, serê xwe bi rêz û hurmet bo şehîdan bi giştî û şehîdên karmendên tenduristiyê bi taybetî û diçemînin.”
Herwiha got: “Ji destpêka rûbirûna nexweşiya vîrusa Koronaya nû COVID-19 ve, bi giyana mirovdostane û niştimanperwer rûbirûyî hemû qonaxên lêgerîn, pişknîn û çareseriyê bûn, rola wan a berçav û nimûneyî hebû û bi xwe jî tûşî vê vîrusê bûn, hewlên wan bo parastina welatiyan û derbaskirina qonaxên dijwar û giran û derbaskirina qonaxa dijwar dibe hêvana karnameya karên bê ya pêşvebirina xizmetguzariya tenduristî li Herêma Kurdistanê.
Di beşeke din a peyama Wezîrê Tenduristiyê de hatiye, Wezareta Tenduristiyê ligel rêz, spasî û destxweşiyê li erk û westana wan dike û piştevaniya temam li maf û daxwazên wan dike.
S. B