Li Wanê ji ber danîna şînekê 101 kes bi Koronayê ketin

Li Gundekî Wanê 101 kes, ji ber danîna şîna miriyekî bi korona ketin û li Kilîsê jî kolanek hat karantîkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Gundekî Wanê 101 kes, ji ber danîna şîna miriyekî bi korona ketin û li Kilîsê jî kolanek hat karantîkirin.

Parêzgariya Wanê da xuyakirin, li gundê Siyavanê yê girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ji ber danîna merasîma sersaziyê, hejmara kesên ku bi koronayê ketine gihiştiye 101 kesan.

Parêzgariyê Wanê da zanîn, ji ber bûyerê muxtarê gund Mehmet Nûrî Yonten ji kar hatiye dûrxistin û lêkolîn û pişknîn berdewam dikin.

Parêzgariyê da xuyakirin, li tevahiya Wanê hejmara pêketiyên bi vîrusa Korona gihiştiye 390 kesan û heta niha 8 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Ji aliyekî din ve, ji ber dîtina pêketiyên Korona, li bajarê Kilîsê kolanek hat karantîkirin û ketin û derketin bo heyama 14 rojan hat qedexekirin.

 

S. B