WHO 30 ton alîkarî şand Qamişlo
Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) 30 ton alîkariyên bijîşkî gihandin bajarê Qamişlo.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) 30 ton alîkariyên bijîşkî gihandin bajarê Qamişlo.
Nûnera Rêxistina Tenduristiya Cîhanê li Sûriyê li ser twittera xwe belav kir, îro 30 ton alîkariyên bijîşkî gihandin bajarê Qamişlo, ku ev yekemîn bar e ji heyama 2 salan ve digihînin wî bajarî.
Diyar kir, ev alîkarî ji pêwîstiyên tenduristî û bijîşkî pêk tên, ji bo xizmeta xelkê wê navçeyê hatiye şandin.
Berî demekê jî Rêxistina Tenduristiya Cîhanê belav kiribû ku 20 ton alîkariyên bijîşkî şandibûn Qamişlo, lê berpirsên Rêveberiya Xweser tekez kirin, ew alîkarî negihîştin wan û ketine destê rêjîma Sûriyê.
Pêştir jî Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Cizîrê Dr. Menal Mihemed ji K24ê re tekez kiribû, heta niha Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ti alîkarî ji wan pêşkêş nekirin û tenê Herêma Kurdistanê alîkarî ji wan re şandine.

S. B