Pêketiyekî bi Koronayê li Rojavayê Kurdistanê baş bû

Şaneya Rûbirûbûna Vîrusa Korona li Rojavayê Kurdistanê başbûna pêketiyekî bi wê vîrusê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şaneya Rûbirûbûna Vîrusa Korona li Rojavayê Kurdistanê başbûna pêketiyekî bi wê vîrusê ragihand.

Şaneya Rûbirûbûna Vîrusa Korona îro li bajarê Qamişlo di konferanseke rojnamevanî de ragihand, piştî derbasbûna 14 rojan û başbûna pêketiyê bi vîsusa Koronayê, kerentîkirina taxa Amran li Hesekê bidawî bû.

Di heman demê de, Şaneya Rûbirûbûna Vîrusa Korona tekez kir, hîna metirsiya belavbûna Koronayê heye û divê xelk pabendî rênimayên xweparastina ji Koronayê bibin.

Berî demekê Desteya Tenduristîya ragehandibû, piştî encamdana pişkinînan, du kes li bajarê Hesekeyê bi vîrusa Koronayê Ketibûn, ku jin û mêr in, ku jin li nexweşxaneya Nîştîmanî ya bajarê Qamişlo û mêr jî li mala xwe hatibû kerentîkirin.

 

S. B