Serok Barzanî: Leyla Qasim mînaka qehremaniya keça Kurd û sembola azadîxwaziya mirovê Kurd e
Bi boneya derbasbûna 46 salan bi ser bidarvekirina Leyla Qasim re, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi boneya derbasbûna 46 salan bi ser bidarvekirina Leyla Qasim re, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de radigihîne, Leyla Qasim mînaka qehremaniya keça Kurd û sembola azadîxwaziya mirovê Kurd e ku şehîdbûna xwe wekî şanaziyekê hilbijart, lê belê amade nebû jiyana serşorî û bindestiyê qebûl bike.
Leyla Qasim berî 46 salan û di roja 12.05.1974ê de ji aliyê rejîma Beis ve hat bidarvekirin. Keça kurd a çalak û jîr Leyla Qasim sala 1952yê li Xaneqînê ji dayîk bûbû û yek ji wan keçan e ku di dîroka siyasî ya Kurdistanê de wekî pêşeng û qehremana şoreşgêriyê tê nasîn.
Deqa peyama Serok Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Îro çil û şeş sal li ser li sêdaredana Leyla Qasim û hevalên wî da derbas dibe. Leyla mînaka qehremaniya keça Kurd û sembola azadîxwaziya mirovê Kurd e ku şehîdbûna xwe wekî şanaziyekê hilbijart, lê belê amade nebû jiyana serşorî û bindestiyê qebûl bike.
Silav li giyanê pak ê şehîd Leyla Qasim û hevalên wê û hemû şehîdên rêya azadiyê...
Mesûd Barzanî
12.05.2020