Tenduristiya Cizîrê: Ti alîkarî ji WHO negihîştiye me

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê tekez dike, heta niha ti alîkariyên bijîşkî ji aliyê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) negihîştiye destê wan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê tekez dike, heta niha ti alîkariyên bijîşkî ji aliyê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) negihîştiye destê wan.

Îro Nûnera Rêxistina Tenduristiya Cîhanê li Sûriyê li ser twittera xwe belav kir, wan îro 30 ton alîkariyên bijîşkî gihandin bajarê Qamişlo.

Li ser vê yekê, Hevserokê Desteya Tenduristiya Herêma Cizîrê Dr. Menal Mihemed ji K24ê re tekez kir, heta niha ti alîkariyên bijîşkî ji aliyê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî ve negihîştiye destê wan û ti alîkariyên berçav ji bilî ji Herêma Kurdistanê, ji aliyê wê rêxistinê ve negihîtiye destê wan.

Pêştir dîsa Rêxistina Tenduristiya Cîhanê belav kiribû ku 20 ton alîkariyên bijîşkî şandibûn Qamişlo, lê berpirsên Rêveberiya Xweser tekez kirin, ew alîkarî negihîştin wan û ji rêjîma Sûriyê re hatine şandin.

 

 

S. B