Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî amêr û pêdawîstiyên bizîşkî pêşkêşî Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê kir

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, komek pêdawîstiyên bizîşkî û amêrên bizîşkî biqasî 200 hezar Dolar pêşkêşî Wezareta Tendirustî ya herêma Kurdistanê kir.

K24- Hewlêr

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, komek pêdawîstiyên bizîşkî û amêrên bizîşkî biqasî 200 hezar Dolar pêşkêşî Wezareta Tendirustî ya herêma Kurdistanê kir.

Wezîrê Tendirustî amaje bi van alîkariyan kir, ku di vê demê de, bo Wezareta Tendirustî pir pêwîst bûn û Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî, kerta tendirustî û alîkariya vê kertê, bi giring dizan e.