Hewlêr.. 3 tûşbûyên Koronayê baş bûn

Di ragehandinekê de, Dilovan Mehemed Fatih, rêvberê giştî yê Tenduristîya Hewlêrê başbûna 3 tûşbûyên Vayrosa Koronayê ragehand.

K24- Hewlêr

Di ragehandinekê de, Dilovan Mehemed Fatih, rêvberê giştî yê Tenduristîya Hewlêrê başbûna 3 tûşbûyên Vayrosa Koronayê ragehand.

Wek di wê ragehandinê de hatîye, piştî wergirtina çareserîya pizîşkî û dûv re jî encamdan pişkinîna li pey hev bo wan 3 tûşbûyan, encamên pişkinîna wan nerênî derketin û biryar hate dan vegerin malên xwe.

Her li gor wê ragehandinê, heya niha hejmara wan kesên li bajarê Hewlêrê başbûne; gehiştîye 200 kesan.

Di niha de tenê 11 tûşbûyî mane li tevaya Herêma Kurdistanê û tevaya wan jî li parêzgeha Hewlêrê ne.