Encûmena Wezîran a Iraqê 11 biryar derxistin
Encûmena Wezîran a Iraqê bi Serokatiya Mistefa Kazimî rûniştina xwe ya asayî encam da û 11 biryar derxistin.
K24- Hewlêr
Encûmena Wezîran a Iraqê bi Serokatiya Mistefa Kazimî rûniştina xwe ya asayî encam da û 11 biryar derxistin.
Ligor beyanameyek nivîsîngeha Serokwezîr, di civînê de Serokwezîr Mistefa Kazimî ragihandiye, hikûmeta wî li pêşiya çendîn astengan de ye û tekezî li parastina daxwaziyên xwepêşanderan kir.
Ligor biryaran, Encûmena Wezîran daxwaz ji Wezareta Neftê kiriye, bi lez kar liser projeyasaya neft û gazê bike.
Herweha bilez kirin di amadekirina projeyasaya budceya giştî bi cûreyek, ku ligel pêwîstiyên darayî û nizmbûna nirxê neftê be. Herweha hemecûr kirina çavkaniyan.