Wezîrê Perwerdeya Herêmê çend biryar derbarê kirê ya xwîndinê derkir

Wezareta perwerde ya Hikûmeta herêma Kurdistanê kirê ya xwendina îsal a dibistan û peymangehên ne hikûmî bi rêjeya sedî 10 kêm kir.

K24- Hewlêr

Wezareta perwerde ya Hikûmeta herêma Kurdistanê kirê ya xwendina îsal a dibistan û peymangehên ne hikûmî bi rêjeya sedî 10 kêm kir.

Wezareta perwerde ya hikûmeta herêma Kurdistanê komek biryar derbarê xwendina sala 2019-2020 da û radighîne, ji ber berjewendiya giştî û berçav girtina rewşa welatî û mamosteyan û fermanberên kerta taybet û karûbarên navendên xwendinê yên ne hikûmî biryar dan e, daşkandin di kirya xwendinê bo xwendevan û peymangehên ne hikûmî bi rêjeya ji sedî 10 ji koma giştî a kirê ya xwendinê.

wernegirtina pereyên xwarin û veguhestinê bo mehên 3 û 4 û 5 li tevaya navendên xwendinê,

ev ferman wan xwendevanan li xwe nagire, ku malbatên wan xwedî pileyên bilind û taybet in li kertên hikûmî, çi dayik yan bav be.

Daşkandin wan aliyan nagire, ku di dema xwendina îsal de, bi her awayekî be ,daşkandin bo wan hatibe kirin,

pêwîst e tevayiya dibistan û peymangeh pabend bin bi naveroka girêbestan û mûçeyên mamoste û karmendan bidin ,berovajî sala bê mafê wergirtina xwendevanan nabe.

Sivik kirin a bar û jiyana wan aliyan, ku ji ber rêkarên xweparêzî ji Korona zerermend bûn.