Nêçîrvan Barzanî ligel Konsulê Giştî yê Amerika li herêma Kurdistanê civiya
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Konsulê Giştî yê Amerika li herêma Kurdistanê Steven Fagin civiya.
K24- Hewlêr
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya parastina tebayî û yekrêzî û pêkve kar kirin û aramiya siyasî ya li Herêma Kurdistanê kir bo ku bi hevkarî û hemahengiya hemû aliyek bikarin dijwariyên vê qonaxê ji kêşe û qeyranên darayî û aborî û encamên dinên ji şewba Koronayê de derbas bikin, dûpat jî kir ku Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi vê navê da li hewlên xwe de berdewam dibe.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê berî nîvroya îro çarşem 13/05/2020 li Hewlêrê li hevdîtinekê li gel Steven Fagin Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê, ji bilî dûpat kirina piştgîriya Herêma Kurdistanê ya ji bo Hikûmeta Mistefa Kazimî Serok Wezîr û pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û aboriya li Iraq û Herêma Kurdistanê û erk û gefên li ber hikûmeta nû ya Iraqê, her wiha pirsa diyaloga stratejîk ya Amerîkî – Iraqî û amadehî û rola Herêma Kurdistanê li wan diyalogan da hate nirxandin û peywendiyên Hewlêr – Bexda û hewla çareserkirina kêşeyan li ser bingehên destûrî, guftûgo kirin.
Pêşhatên dawî yên rûbirûbûna şewba Korona li Herêma Kurdistanê, beşekê dinê vê hevdîtinê bû ku têda Konsolê Amerîka destxweşiyê li hewl û rêkarên serkeftiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya rûbirûbûna şewba Koronayê kir û hevkarî û piştgîriya Amerîka ya li vî derbarî de li gel Herêma Kurdistanê dûpat kirin.
Li hevdîtinê de tîşk xistin li ser pêşhatên dawî yên rûbirûbûna terorê û tevger û metirsiyên Da’îş û li rûbirûbûna terorê da pêwîstî û girîngiya berdewam ya piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, her wiha behsa rewşa Sûriye kirin û Konsolê Giştî yê Amerîka spasî hewlên Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo yekrêzî û tebayî ya li navbera aliyên Kurdî yên li Sûriyê da kir.
