Peyvdarê Hikûmetê: Hikûmet hemû dahatên xwe bo dabînkirina mûçeyên fermanberan terxan dike
Civata wezîran a herêma Kurdistanê bi serpereştiya Mesrûr Barzanî civiya. Piştî civînê, Peyvdarê Hikûmeta herêma Kurdistanê Cotiyar Adil di konferansek rojnamevanî de ragehand, Hikûmet hemû dahatên xwe bo dabînkirina mûçeyên fermanberan terxan dike.
K24- Hewlêr

Got jî, rêkarên xweparêzî ji Vayrosa Korona bandorek gelek xerab liser rewşa aborî hebû û rewşa darayî ya niha ya herêmê ligel beriya hatina Korona pir cuda ye.
Derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexda jî, Cotyar Adil got, gotûbêjên şand a Hikûmeta herêma Kurdistanê ligel hikûmeta Iraqê berdewam dibin. Amaje kir, ku Hikûmeta herêma Kurdistanê amade ye dahatên neftê radestî Bexdayê bike.
Cotyar Adil got jî, di tewera 3em a civîna îro ya Civata Wezîran de, behsa 4 projeyasa di çarçoveya berjewendiya giştî ya welatiyan de, hatiye kirin.