Civata Wezêran rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê genegeşe dike
Evro Çarşemîyê, 13/5/2020 Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştîya Mesrûr Barzanî, serokê Civata Wezîran û bi amadebûna Qubad Talebanî cêgirê serok wezîran civîya.
K24- Hewlêr
Evro Çarşemîyê, 13/5/2020 Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştîya Mesrûr Barzanî, serokê Civata Wezîran û bi amadebûna Qubad Talebanî cêgirê serok wezîran civîya.
Di destpêka civînê de, serokê Civata Wezîran pîrozbahîya pêkhatina kabîneya nû ya hikumeta Îraqê kir û hêvî xwazt arîşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de bihêne çareserkirin di çarçoveya destûr û berjewendîya giştî ya hevpişik de.
Dûv re ronahî xiste ser rewşa niha ya darayî ya hikumetê û amaje bi wê yekê da, ku Herêma Kurdistanê bi sedema daketina behayê petrolê û belavbûna Vayrosa Koronayê û lêkevteyên abûrîyên wê, wek piranîya welatên cîhanê tûşî rewşeke dijwara abûrî bûye. Lew divê em xwe li gel rewşa niha ya abûrî û ew şîyana darayîya sinûrdara li ber destê meye heye; xwe biguncînin û tevaya rewşa abûrîya xwe li gor guhertinan careka din rêk bikin û berdewam bin li cîbicîkirina rewşa çaksazîyê.
Serokê Civata Wezîran tekez kir, ku hikumeta Herêma Kurdistanê hemû hewlên xwe dide û her tiştek di şîyana wê de hebe encam dide ji bo dabînkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, lê di heman dem de, hukimranî ne tenê dabeşkirina mûçeye, lê pêwîste xizmetguzarîya giştî û pirojeyên avedankirina jêrxana abûrî jî bihên encamdan.
Dûv re cêgirê serokê Civat Wezîran derencamên civîna şanda hikumeta herêmê li gel berpirsên hikumeta Bedayê behs kir û tekez kir ku danûstandin li gel hikumeta nû ya Îraqê berdewame derbarê çareserkirina pirsa petrol, mûçe û şehnîyên darayî yên Herêma Kurdistanê.
Di tewererka dî ya civînê de, Civata Wezîran gotûbêj derbarê reşnivîsa çend piroje yasayekên taybet bi bwarên (firotin, bikrêdana mulkên dewletê li Herêma Kurdistanê, piroje yasa ya weberhînanê li Herêma Kurdistanê û piroje yasa maf û erkên nexweşan) wezaretên peywendîdar jî hatin raspartin bo dariştina reşnivîsa wan yasayan bi mebesta şandina wan bo perlemana Kurdistanê.
Di dawîyê de, civata wezîran tekez kir li ser heme rengîyê û mafên pêkhateyên olî û neteweyî yên cuda li Herêma Kurdistanê. Civînê tekez kir, ev Herêm bi cudahîya pêkhateyan û rengên wê ve bedewe û mafên hemûyan bê cudahî dê bihête paraztin.