Siyasetmedarekê Kurd hat berdan

Siyasetmedarê Kurd û nivîskar Mehmûd Alinak hat berdan.

K24- Hewlêr

Siyasetmedarê Kurd û nivîskar Mehmûd Alinak hat berdan.

Bişar Alinak, kurê Mehmûd Alinak liser torên civakî, nûçeya azadkirina bavê xwe ragihand, ku îro hatiye berdan û daxwaza azadkirina hemû girtiyên siyasî kir.

Mehmûd Alinak, beriya 3 mehan, 13'ê Sibatê bi tometa endamtiya rêxistina terorê û parçekirina axa Tirkiyê hatibû binçavkirin û bi heman tometan 17'ê Sibatê hatibû girtin.

Alinak, nameyek ji bo Netewên Yekgirtî şandibû û xwestibû, li Tirkiye zimanê Kurdî wek zimanê fermî bê qebûlkirin, ku ji ber vê, bi parçekirina axa Tirkiyê û avakirina dewleteke nû tê tometbarkirin.