Li Diyarbekirê portiraşxane û navendên ciwankariyê vebûn
Li bakurê Kurdistanê berber û kuafor jî, di çarçoveya tedbîrên Vîrûsa Korona de hatibûn girtin. Piştî 51 rojan berber û kuaforan, bi tedbîrên parêziyê kargehên xwe vekirin. Berber û kuafor amaje dikin ku, xizmeta wan pêdiviyek cîdî ya welatiyan e û baş bû, ku hatin vekirin. Lê divê welatî jî, pabendî rênimayan bin.
K24- Amed
Li bakurê Kurdistanê berber û kuafor jî, di çarçoveya tedbîrên Vîrûsa Korona de hatibûn girtin. Piştî 51 rojan berber û kuaforan, bi tedbîrên parêziyê kargehên xwe vekirin. Berber û kuafor amaje dikin ku, xizmeta wan pêdiviyek cîdî ya welatiyan e û baş bû, ku hatin vekirin. Lê divê welatî jî, pabendî rênimayan bin.
Li bakur piştî 51 rojan berber û kuafor hatin vekirin. Welatiyên ku nêzî 2 mehan in nekarîne biçin berber û kuaforan êdî di nav tedbîran de dikarin karên xwe yên taybet bidin kirin. Li gorî biryara Wezareta Karên Navxweyî dê berber û kuafor saet 09.00ê sibe werin vekirin û heta 21.00ê dê xizmetê bidin.
Nîhat Asoglu – Kuafor- got: "Ev 33 sal in ku ez kuaforiyê dikim, min heta niha tiştek wisa nedîtibû. Ji 50 rojan zêdetir kargeha me girtî bû, ev ji bo me û xebatkarên me û mûşteriyên me pêvajoyeke gelekî zehmet bû. Niha jî li gorî rênimayan em kar dikin. Bila mûşteriyên me rihet bin em ê dorbidor wan jî bigrin."
Zeynep Dag – Kuafor- got:"Ez di wê baweriyê de me ku di vê pêvajoyê de me berpirsiyariya xwe bicih anî. Lê em di pêvajoyeke zehmet re derbas bûn. Me li gorî pêşniyariyên Wezaretê tedbîrên xwe girtine. Dê me hay ji paqijiyê hebe. Em dibêjin bila mûşteriyên me jî pabendî rênimayan bin û bila bêpere werin lêbila bêmaske neyên."
Li gorî giştinameya Wezaretê, divê xebatkarên van kargehan û mûşterî jî maskeyan bikarbînin. Divê her piştî mûşteriyekê kursî û hemû amûr werin dezenfektekirin. Êdî li berber û kuaforên destmal û pêştemalên tenê carekê têne bikaranîn dê hebin. Lê heger mûşterî bixwaze dikare destmal û şeh û amûrên xwe yên taybet jî bikarbîne.
Îdrîs Gergîn – Berber- dibêje:"Em 50 rojan li mal rûniştin. Lê kirê me û mûçeyên xebatkarên me berdewam bûn. Em esnaf in, em nikarin li mal rûnin lê ji bo parastina tendurustiyê em jî pabendî rênimayan bûn. Em li gorî giştînameya wezaretê tevdigerin."
Li gorî giştînameya Wezaretê, heta demekê dê ji bo kurkirina rih û simbêlan cilêt neyên bikaranîn tenê dê makîne werin bikaranîn. Kuaforên jinan jî dê nekarin makyj û xizmetên bedewkirinê bikin. Hemû rê û rêbazên tedbîrên parastinê bi pêşniyarên Lijneya Zanistî tên girtin. Li gorî ragihandina Wezaretê berber û kuaforên ku pabendî rênimayan nemînin dê werin sizakirin.