Li Silêmanîyê kesek bi koronayê ket
Di ragehandineka Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê derncamên nû ragehand û tekez kir ku li bajarê Silêmanîyê kesek tûşî Vayrosa Koronayê b ûye.
K24- Hewlêr
Di ragehandineka Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê derncamên nû ragehand û tekez kir ku li bajarê Silêmanîyê kesek tûşî Vayrosa Koronayê b ûye.
Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:
Tûşbûyekê nû bi nexweşîya Vayrosa Koronaya nû (KOVVID-19) li parêzgeha Silêmanîyê hate destnîşankirin. Temenê wî 50 sale bi sedema derketina nîşanên Koronayê pişkinîna taqîgehî bo wî hate encmdan û erênî derket. Rûniştvanê nav bajarê Silêmanîyê ye.
Wezareta Tenduristîyê
13/5/2020