Amarên “Korona” li Rojhilatê Kurdistanê aşkere bûn

Li pênc parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 600 kesî bi vîrusa Korona canê xwe jidest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li pênc parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 600 kesî bi vîrusa Korona canê xwe jidest dane.

Li gor dawî amarên zanîngehên bijîşkî yên 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, heta niha 10 hezar û 889 kes bi vîrusa Korona ketine û 607 kesan jî canê xwe jidest dane.

Hejmara pêketina bi Koronayê li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê wiha ye: Li Sûne (1934), Wirmê (3505), Îlam (691), li Kirmanşanê (2349) û li Loristanê (2410) kes in.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê amarên pêketin û mirina bi vîrusa Korona yên parêzgehan bi awayekî cuda belav nake, lê her demekê zanîngehên bijîşkî yên her parêzgehekê amarên xwe belav dike.

 

S. B