Hewla reva 3 jinên DAIŞê ji kampa Holê hat pûçkirin
3 jinên DAIŞê yên Tirk hewl dan ji kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê birevin, ji aliyê hêzên asayişê ve hatin desteserkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
3 jinên DAIŞê yên Tirk hewl dan ji kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê birevin, ji aliyê hêzên asayişê ve hatin desteserkirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, 3 jinên DAIŞê ji regeza Tirkî dema hewl dan ji kampa Holê birevin, ji aliyê endamên asayişa kampê ve hatin girtin.
Diyar kir jî, jinên DAIŞê agir bi beşa jinên DAIŞê yên biyanî xist, ta qerebalixî çê bibe û derfetê bibînin û bikarin birevin, lê zû ji aliyê endamên asayişê ve hatin desteserkirin.
Zêdetir ji 11 hezar jin û zarokên DAIŞê di kampa Holê de hene, tevî ku Rêveberiya Xweser bi berdewamî bang li welatên biyanî dike, ku bi berpirsatiya xwe rabin û welatiyên xwe ji kampê werbigirin û çareseriyekê ji rewşa girtiyên DAIŞê re bibînin, lê heta niha ti çareserî nehatiye kirin.
S. B