Li Kerkûkê 3 kes şewitîn û canê xwe jidest dan

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, li taxa Domîz a Kerkûkê agir bi firneyekê ket û di encamê de 3 welatiyan canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, li taxa Domîz a Kerkûkê agir bi firneyekê ket û di encamê de 3 karmendên firneyê canê xwe jidest dan.

Diyar kir jî, ji bilî kesên canê xwe jidest dane, 3 kesên din ku li pêşiya firnê bûn jî agir bi wan ket û ew birîndar bûne.

Peyamnêrê me amaje bi wê da, li gor zanyariyên destpêkê, sedema vêketina agir ji ber teqîna bermîlê neftê bûye.

 

 

S. B