Serokê Dalkurd:Tirkiye pêşî li Huawei girt, ku bibe sponsorê me

Serokê tîma Dalkurd FF Remezan Kizil, diyarkir ku: “Huawei xwest bibe sponsorê me, Tirkiye pêşî li wan girt”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê tîma Dalkurd FF Remezan Kizil, diyarkir ku: “Huawei xwest bibe sponsorê me, Tirkiye pêşî li wan girt”.

Kizil anî ziman, ku: “Şirketa Huawei berî du salan bû sponsorê me. Ji bo sponsoriyê 40 hezar Dolar dan. Me navê wan liser t-shirt ên xwe nivîsand. Piştî 4 mehan şirket a Huawei li me geriya û gotin: “Bila ew pere bo we bimîn in. Liser sponsoriya me Tirkiye ligel me runişt. Gotin, ku ger em bibin sponsorê Dalkurd, dê kar û xebata me li Tirkiye rawestîn in”.

Serokê tîma Dalkurd destnîşankir, ku: “Ji xwe tu hêviyên me ji Tirkiye nîn in.Ew hebûna me, navê me, tîma me, al a me napejîrin in. Lê, ew çend qebûl jî nekin, em hene û em dê xwedî li xwe derkevin. Em dê vê rewşê ji zarokên xwe, ji neviyên xwe re jî bibêjin!”

Ligor Serokê Dalkurd, Tirkiye ditirse, ku Dalkurd di ast a Eurolegau de bilîze û ligel tîmên Tirk bilîze û hemberî wan serbikeve. JIber ku tiştek weha pêk neyê, çi ji destê wan tê, dikin. Ji xewna vê yekê jî, ditirsin!

Bangewaziyek Kizil bo Kurdên bakurê Kurdistanê heye: “Tirkiye herçend hebûna me qebul neke. Em hene. Çawa ew miletek in, em jî miletek in. Xwedî li nasname, ziman, çand û nirxên xwe derkevin...”

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment