Li Îranê 71 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li Îranê di 24 demjimêrên bûrî de 71 kesên din bi vîrusa Koronaya nû COVID-19 canê xwe jidest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Îranê di 24 demjimêrên bûrî de 71 kesên din bi vîrusa Koronaya nû COVID-19 canê xwe jidest dane.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 1808 kes bi vîrusa Koronayê ketin û 71 kesên din jî canê xwe jidest dane.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Îranê bi Koronayê ketine gihîştiye 114 hezar û 533 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 6 hezar 854 kesan.
Ev di demekê ye, li 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, heta niha 10 hezar û 889 kes bi vîrusa Korona ketine û 607 kesan jî canê xwe jidest dane.
S. B