Pentagon: Valahiya ewlehiyê li navçeyên derveyî herêma Kurdistanê bûye sedem, ku DAIŞ bihêz bibe

Wezareta Bergirî ya Amerîkayê rapora 3 mehên destpêka îsal, derbarê rewşa ewlehî, siyasî û şerê DAIŞê li Iraqê belavkir

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergirî ya Amerîkayê rapora 3 mehên destpêka îsal, derbarê rewşa ewlehî, siyasî û şerê DAIŞê li Iraqê belavkir.

Di raporê de Pentagon ragihand, ku valahiya ewlehiyê li navçeyên derveyî herêma Kurdistanê bûye sedem, ku DAIŞ carek din bihêz bibe.

Eşkere jî kir,  li navçeyên dorûberên Mexmûr û çiyayê Qereçoxê, Hêzên Hevpeymanan bi serokatiya Amerîkayê digel Hêzên Pêşmerge kar ji bo paqijkirina wan navçeyan, ji çekdarên DAIŞê dikin.

 

 

C.B