Li Iraqê 111 kes tûşî Vayrosa Korona bûn
Hejmara tûşbûyan li Iraqê gihişte 3 hezar û 143 kesan, zêdetir ji 2 hezar tûşbûyî jî baş bûn e
K24 – Navenda Nûçeyan
111 kesên din li Iraqê bi Vayrosa Korona ketin.
Wezareta tenduristî ya Iraqê ragihand, di 24 demjimêrên borî de nêzîkî 4 hezar pişkinîn hatine encam dan û derencam, 111 tûşbûyên nû yên Korona hatin tomar kirin , ew jî li tevayiya bajarên Iraqê ne, ku herî zêde li Bexdayê ne.
Herweha ligorî Wezaretê, 62 kesên din baş bûn e û tu kes bi Korona ne miriye .
Hejmara tûşbûyan li Iraqê gihişte 3 hezar û 143 kesan, zêdetir ji 2 hezar tûşbûyî jî baş bûn e.
C.B