Li gundekê Daquq nêzîkî 200 donimên genim û cehê cotyarekê Kurd hat şewitandin

Li gundekê Sînûrê qeza ya Daquq li Kerkûkê nêzîkî 200 donimên genim û cehê cotyarekê Kurd ji alîyê çekdarên Da'şê ve hat şewitandin.

K24- Hewlêr

Li gundekê Sînûrê qeza ya Daquq li Kerkûkê nêzîkî 200 donimên genim û cehê cotyarekê Kurd ji alîyê çekdarên Da'şê ve hat şewitandin.

Ew cotyare bo Kurdistan 24ê eşkera kir, ku piştî nemana hêzên Pêşmerge li navçeyên wan, niha ti kes zevîyên wan naparêze û valahîya ewlehîyê li wan navçeyan bûye sedem ku ev çend sal in berhemên wan ji alîyê çekdarên Daişê û kesên nenas ve dihêne şewitandin.