CNK: Li ziman xwedî derketin pêşîrêgirtina êrîşa jenosîdkar e

Ciwanên Netewî Yên Kurdistanê - CNK: Zimanê me dîroka me ye. Zimanê me rûmeta me ye...

K24 – Navenda Nûçeyan

Ciwanên Netewî Yên Kurdistanê - CNK, bi egera Roja Zimanê Kurdî, daxuyaniyek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihand K24.

Ev naveroka daxuyaniyê ye:

Îro 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. 15'ê Gulanê ji sala 2006'an vir de wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin.

15'ê Gulanê roja despêka weşana kovara Hawarê ye. Kovara Hawarê di dîrokan Kurdan de cîhekî taybet digre. Hawar; kovara yekemîn ya bi Kurdîya bi tîpên Latînî ye û bûye despêka pêşveçûna zimanê Kurdî.

Kovara Hawarê 15'ê meha Gulanê di sala 1932'yan ji alîyê Celadet Elî Bedirxan li Sûrîyê li bajarê Şamê hatîbû weşandin û hetanî 15'ê Gelawêja 1943'yan berdewam kiribû.

Bi dehan sal e ku jenosîdeke domdar ji aliyê dewletên dagirker ve tê meşandin. Yek ji hedefa dagirkeran ew e ku di ser têkbirina zimanê kurdî ve rasteqînîya welat û miletê me ji holê rakin. Li zimên xwedî derketin pêşîrêgirtina vê hicûma jenosîdkar e. Li her qadên jîyanê bi zimanê xwe jîyin peywira her kurdekî ye.

Zimanê me dîroka me ye. Zimanê me rûmeta me ye. Çanda me di zimanê me de ye. Werin em bi zimanê xwe biaxifin. Werin em bi Kurdî bifikirin. Bi Kurdî ji hev hez bikin. Ji Kurdî hez bikin. "Piştî me ji bîr kir ziman, ka emê çi bikin ji Kurdistan."

Em wekî Ciwanen Netewî yên Kurdistanê - CNK cejna zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz dikin.

Ciwanên Netewî Yên Kurdistanê - CNK

15 Gulanê 2020

 

Fly Erbil Advertisment