Wezareta bergirîya Îraqê: Hêrişa Daişê li Xaneqîn şikest anî
Wezareta bergirîya Îraqê radigehîne, hêrişa Daişê bo ser gundê Mubarek li Xaneqîn şikest anî û rê nadin Daişê ti cihekî li Îraqê kontirol bike.
K24- Hewlêr
Wezareta bergirîya Îraqê radigehîne, hêrişa Daişê bo ser gundê Mubarek li Xaneqîn şikest anî û rê nadin Daişê ti cihekî li Îraqê kontirol bike.
Peyvdarê wezareta bergirîya Îraqê Tehsîn Xefacî ragehand, çekdarên Daişê mifayê ji rewşa abûrî û sîyasî ya welatî werdigrin û belavbûna Vayrosa Koronayê jî bi derfet dibînin bo encamdana hêrşên.
Got j: Bi ti awayekê rê nadin Daişê ti navçeyekê kontirol bike.
Şeva bûrî çekdarên Daişê hêriş kirin ser gundê Mubarek li Xaneqîn, di encam de welatîyek Kurd û çekdarekê Heşda Şeibî hatin kuştin û çendîn kes jî birîndar bûn.