Daişê 4 kes ji malbatekê kuştin

Çekdarên Daişê çar endamên yek malbatê li Selahedîn kuştin.

K24- Hewlêr

Çekdarên Daişê çar endamên yek malbatê li Selahedîn kuştin.

Çavkanîyekê ewlehîyê li parêzgeha selahedîn ragehand, hijmareka çekdarên Daişê çar endamên yek malbatê li navçeyeka bakurê Samera kuştin û xanîyê wan jî teqand û zevî û du otombêlên wan jî şewitandin.

Li dewruberên bajarokê Şareban yê ser bi parêzgeha Dîyale, çekdarên Daişê teqe li kesekê sîvil kirin û dyekser canê xwe xwe ji dest da.