Tirkiya hejmareka şardarîyên Kurd desteser dike bi tuhemta peywendîyê li gel terorê

Pênc şaredarên HDPyêhatin binçavkirin.

K24- Hewlêr

Pênc şaredarên HDPyêhatin binçavkirin.

evro bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê hevseroka HDPyê ya şaredarya Sêrtê Bêrîvan Helen Îşik, hevserokên navçeya Hawêlê Remezan Sar Silmaz û navçeya Misircî Baran Akgul ji kar hatin dûrxistin û pişt re bi tohmeta terorê hatin binçavkrin.

Parêzgarê Sêrtê 'Elî fiwat Akt weke qeyûmê Sêrtê, qaymeqamê navçeya Hawêlê û yê Misircê jî weke qeyûm hatin destinîşankirin.

Ji dan a sibehê ve derdora şaredarîya Sêrtê û herdû navçeyên wê ji alîyê polîsan ve hatine dorpêçkirin. Hevdem hevşaredarê HDPyê yê Îdirê, Yaşar Akkuş, herweha şaredarê bajarokê Wartanis yê ser bi parêzgeha Mûşê ve hatin binçavkirin.