Sancar: Danîna Qeyyûman, derbe liser îradeya gel e

Hevserokê HDPê danîna qeyuman wek derbeya li ser îradeya gel binav dike û bang li partiyên dijbere dike, ku hember vê bêdeng nemîn in

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê, bo 5 şaredariyên din yên HDPê qeyum danîn. Hevserokê HDPê danîna qeyuman wek derbeya li ser îradeya gel binav dike û bang li partiyên dijbere dike ku hember vê bêdeng nemînin. HDP di hilbijartinên 31'ê Adara 2019'ê de 65 şaredarî bedest xistin lê niha tenê 12 şaredarî di destê HDPê de man e.

Piştî bêhvedaneke kurt, Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê dest danî li ser 5 şaredariyên din yên HDPê û şûna wan qeyûm danîn. Şaredarê bajarê Îdirê Yaşar Akkuş, Şaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik,  Şaredarê Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û Şaredarê Misircê Baran Akgul û yê Vantinîsê Casim Budak hatin binçavkirin.

HDP danîna qeyuman û binçavkirina şaredaran, wek derbeya hember îradeya gel binav dike. Rêxistinên bajaran yên HDPê, bang li hemû aliyên demokrasiyê dike ku hember kiryaran bêdeng nemînin.

Li Îdirê jî danîna qeyuman hat şermezarkirin. Kesên bi armanca şermezarkirinê li nêzîkî avahiya şaredariyê civiyan rastî êrişên polîsan hatin. Polîsan bi gaza rondikrêj kesên civiyan belav kirin.

Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu dibêje, niha di rojeva Tirkiyeyê de egereke derbeya serbazî ya dijî desthilatê bi tundî tê gengeşekirin û şermezarkirin, lê yên dibêjin derbe li me tê kirin, bi xwe derbe li îradeya gel dikin û tu wateya hilbijartinan nahêlin. 

Danîna qeyuman, li Ewropa jî deng veda. Raportore Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez da xuyakirin, li Tirkiyeyê bingehên demokrasiyê di bin metirsiyê de ne û hîç nebe, dema şaredar hatin dûrxistin divê Encumena Şaredarî ji nav xwe şaredarê nû hilbijêre.

Bi danîna pênc qeyumên dawî re, bo 45 şaredariyên HDPê qeyûm hate danîn. HDP di hilbijartinên 31'ê Adara 2019'ê de, 65 şaredarî bidest xistin. Pesendnameya şeş şaredarên HDPê bi hinceta sizaya zîndaniya wan heye,  nehat radestkirin û şûna wan kandîdên AK Partî serkeftî hatin tomarkirin. HDP jî du şaredar ji partiyê dûr xistibûn. Bi rewşa dawî re, niha tenê 12 şaredarî di destê HDP de mane.

Desthilata AK Partî, beriya hilbijartinên 31'ê Adara 2019 jî, dest danîbû li ser 97 şaredariyên HDPê  ku 103 şaredarî bidest xistibûn û hê jî Hevşaredarên bajarên Mezin yên Wan û Diyarbekir û gelek bajarên din di zîndanê de ne.

 

 

 

C.B