Qedexeya çûnûhatinê li 15 bajarên Tirkiye û Bakur destpê kir

Ji bo 13 bajarên Tirkiye û 2 bajarên Bakurê Kurdistanê bo 4 rojan qedexeya derketina derve hat ragihandin. Qedexe ji nîvê şeva 15'ê Gulanê ve dest pê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo 13 bajarên Tirkiye û 2 bajarên Bakurê Kurdistanê bo 4 rojan qedexeya derketina derve hat ragihandin. Qedexe ji nîvê şeva 15'ê Gulanê ve dest pê kir.

Wezereta Navxwe ya Tirkiyeyê da xuyakirin, qedexe heta nîvê şeva 19'ê Gulanê berdewam dike. Qedexe bajarên Wan û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê jî li xwe digre.

Wezaretê da zanîn, di rojên şemî û yekşemê de, derketina derve bi temamî qedexe ye. Rojên duşem û sêşemê, markêt û nanxane tên vekirin ku bi pêyan çûna markêt û nanxaneyan qedexe nîne.

Di dema qedexeyê de, kesên jor 65 salan û jêr 20 salan, di demjimêrên diyarkirî de, bi moletê dikarin derkevin derve.

 

S. B