Agir bi komgeheke petrolê ya Hewlêrê ket

Peyamnêra K24ê da zanîn, ji ber bûyeke vêketina agir bi komgeheke sotemeniyê li ser riya Hewlêr û Mexmûr, kesekî canê xwe jidest da û hejmarek kez birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêra K24ê da zanîn, ji ber bûyeke vêketina agir bi komgeheke sotemeniyê li ser riya Hewlêr û Mexmûr, kesekî canê xwe jidest da û hejmarek kez birîndar bûn.

Peyvdarê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê Raîd Serkewt Kareş ji K24ê re ragihand, îro agir bi komgeheke sotemeniyê li ser Hewlêr û Mexmûrê ket û heta niha agir nehatiye kontrolkirin di encamê de jî kesekî li komgehê kar dikir jî canê xwe jidest da”.

Da zanîn, piştî veketina agir, tîmên agurkuj û berevaniya şaristanî gihîştin cihê bûyerê û hewla kontrola agir didin. Heta niha rê li wê yekê girtine ku ziyana agir bigihe derdora komkehê.

Di derbarê sedema vêketina agir de diyar kir, lêkolîn di derbarê bûyerê de dest pê kiriye. Piştî kontrolkirina agir, zanyariyên nû radigihînin.

 

 

S. B