Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê pesnê rêkarên hikûmeta Herêma Kurdistanê dide
Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê pesnê rêkarên hikûmeta Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna Koronayê dide û radigihîne, pêwîst e li Iraqê hin rêkarên din jî bilez werin girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê pesnê rêkarên hikûmeta Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna Koronayê dide û radigihîne, pêwîst e li Iraqê hin rêkarên din jî bilez werin girtin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê Hesen Temîmî ji K24ê re ragihand, bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê li Iraqê, pêwîst e hin rênimayên din bilez werin girtin û welatî pabendî rêkarên xweparastinê bibin.
Herwiha Hesen Temîmî pesnê rêkarên hikûmeta Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna Koronayê de da û got, hevahengî di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de berdewam e.
Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê aşkere kir, hejmara pêketiyên bi vîrusa Koronayê li Iraqê ber bi zêdebûnê ve ye û sedema sereke jî ew e, welatî pabendî rênimayên xweparastinê nabin.
Ev di demekê de ye, hejmara kesên li sernaserî Iraqê bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye 3 hezar û 193 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 117 kesan.
Li Herêma Kurdistanê jî heta niha 391 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan 5 kesan canê xwe jidest dane û 379 kes jî baş bûne.
S. B