Li ser girtina tîmeke K24ê daxwaza lêkolînê tê kirin

Tîmeke Kurdistan24ê ku bi armanca rûmalkirina şewitîna dexl û danên Kurdan li başûrê Kerkûkê çûbû gundê Zenqer yê ser bi qezaya Daqûqê, lê ji aliyê hêzeke Polîsa Federalî ya Iraqê ve hatibû girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çend roj in dexl û danên cotkarên Kurd li başûrê Kerkûk tên şewitandin, tîmeke Kurdistan24ê jî bi armanca rûmalkirina şewitîna wan dexl û danan çûbû gundê Zenqer yê ser bi qezaya Daqûqê, lê ji aliyê hêzeke Polîsa Federalî ya Iraqê ve hatibû girtin.

Roja Înê 15ê Gulna 2020an tîmeke Kurdistan24 ku ji peymanêr Hêmin Delo û wênegir Newzad Mihemed pêk hatibû, ji aliyê hêzeke Polîsa Federalî hatibûn girtin, ku ji bo rûmalkirina şewitîna dexil û danên cotkarên Kurd, çûbûn gundê Zenqere yê ser bi qezaya Daqûqê li başûrê Kerkûkê.

Tîma K24ê piştî çend demjimêran hat berdan. Di wê derbarê de Peyamnêrê K24ê Hêmin Delo ragihand, ji bilî ji girtina wan, molayl û amûreyên rojnamevaniyê jî hatin desteserkirin û piştre ji wan re hatin vegerandin.

Delo ragihand, fermandarê hêza ku ew girtine ku navê wî “Kerîm Hesîb Fazil El Şumerî” bû, bi awayekî ne şaristanî lêkolîn bi wan re kir.

Herwiha diyar kir jî, wî fermandarî gefa li wî xwar ku dikare bi madeya 4 ya terorê bide dadgehê, bi bihaneya ku çalakiyên DAIŞ rûmal dikin.

Di wê çarçoveyê de Navenda Metro ku taybet e berevanîkirina li mafên rojnamevanan e, girtina tîma K24ê şermezar kir û daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê kir, lêkolînê di derbarê girtina wan de bike.

rûniştvanên gundê Zenqer, Kurdên Kakaî ne û demek e dexl û danên wan ji aliyê kesên nenas ve tên şewitandin û hin jî dibêjin ku çekdarên DAIŞê wî kar dikin.

piştî 16ê Cotmeha 2017an, hêza Pêşmerge li wê navçeyê nema û Polîsa Federalî û hêzên Iraqî yên din li wê navçeyê bicih bûne, lê heta niha nekarîne ewlehî û aramiya wan navçeyan biparêzin.

 

S. B