3 serkirdeyên Da'şê li Mûsilê hatin girtin
Polîsên Neynewa girtina sê serkirdeyên Da'şê li Mûslê ragehand.
K24- Hewlêr
Polîsên Neynewa girtina sê serkirdeyên Da'şê li Mûslê ragehand.
Fermandeya bilinda hêzên polîsan li Neynewa ragehandîye, hêzên Îraqê 3 serkirdeyên Da'şê li bajarê Mûslê desteserkirine ku dest hebûne di çendîn tawanên revandin, kuştin û encamdana teqînan de. Balkişandîye ser wê yekê jî, ew çekdar ji alîyê dadgehê ve hatine daxwazkirin û tohmetbar in bi çendîn tawanên kuştinê.