Rûsiya hinek alîkaryên mirovî gehandin rojavayê Kurdistanê

Rûsiya 150 tun alîkaryên mirovî gehandin rojavayê Kurdistanê

K24- Hewlêr

Rûsiya 150 tun alîkaryên mirovî gehandin rojavayê Kurdistanê

Nûçeghana Kurdistan 24 li Qamişlo ragehand , Evro welatê Rûsiya 150 ton alîkarîyên mirovî ji navenda Hemêmîm ya li Lazqyê, gehandin balefirxaneya Qamişloyê.

Got jî , ew alîkarî ji alîkaryên xwarinê pêk dihat û beşek ji wan alîkarîyan gehandin bajarê Eyîn Îsayê û beşê din jî dê li bajarê Qamişlo bi ser welatîyan belav bikin. Li gor hêzên Rûsiya dê ew alîkarî bi ser welatîyan bê cudahî were belavkirin.

Berîya niha , Rûsyê alîkaryên mirovî gehandibûn bajarê Qamişlo, lê li ser wan taxan belavkiribû ku di bin destê hikumeta Sûriyê de ne û alîgrên rêjîmê bûn.