Li rojhelata Kurdistanê Hejmara tûşbûyên Koronayê bilind bû

Hejmara tûşbûyên Vayrosê Koronayê li rojhelata Kurdistanê gehişe 11,842 kesan.

K24- Hewlêr

Hejmara tûşbûyên Vayrosê Koronayê li rojhelata Kurdistanê gehişe 11,842 kesan.

Evro zanîngehên pizîşkî li çar parêzgehên rojhelata Kurdistanê dawî amarên qurbanîyên Vayrosa Koronayê belavkirin û eşkera kirin ku heya niha 11,842 kes bi Vayrosa Koronayê ketine.

Herweha ragehandin ku ji wê hajmereyê pênc 585 kesan jî canê xwe ji dest dane. Piranîya qurbanîyan jî li parêzgeha Ormyê ye ku 3,660 kes tûşî Koronayê bûne.

Kêmtirîn hejmara tûşbûyan jî li parêzgeha Îlamê ye , ku 702 kes tûş bûne.