Ragehandina evro ya Wezareta Tenduristîyê

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare (82) a evro Şembîyê, 16yê Gulan a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare (82) a evro Şembîyê, 16yê Gulan a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.

Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:

Ragehandina Wezareta Tenduristîyê

Hejmare 82

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:

 

  • Kerentîn

Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (11,014) hevwelatî bûn. Niha tenê (1,189) hevwelatî, li (32) cihên cuda, di kerentînan de man e, (523) li Hewlêrê, (165) li Silêmanîyê, (500) li Duhokê û (1) jî li Raperîn. (9,825) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (106) Hevwelatî ne.

 

  • Pişkinîn:

Di dema 24 demjimêrên burî de, (838) pişkinîn li ser asta Herêmê hatin encamadan. (380) li Hewlêrê, (248) li Silêmanîyê, (203) li Duhokê û (7) jî li Soran.

Di encam de, 7 haletên nû ya tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin. Bi vî awayî:

Li parêzgeha Silêmanîyê (7)erênî. (4) jin temenên wan 55,41,22 û 17 salîne, zelamekê temen 45 salî û kurekê temen 18 salî li gel zaoyekê temen 10 salî. Çar tûşbûyî rûniştvanên bajarê Silêmanîyê ne û berkevtîyên tûşbûyên berê ne û sê tûşbûyên din jî rûniştvanên nahye ya Bazyan in.

Hejmara giştî ya wan pişkinînên ku ji destpêka Vayrosa Koronayê hatine encamdan 59,401 pişkinîn bûne.

 

  • Amara giştî:

Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (404) kes in, di nav wan de, (5) haletên mirinê hene û (379) nexweş jî baş bûne û nexweşên mayî jî tenê (20) nexweş in û di bin çavdêrîya pizîşkî de ne.

Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.

 

Wezareta Tenduristîyê

Hikumeta Herêma Kurdistanê

16-5-2020