Careke din agir bi dexl û danê Mexmûrê ket

Li Mexmûrê careke din agir bi dexl û danê cotkarên Kurd ket û cotkar û welatiyan hewla vemirandina agir didin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Mexmûrê careke din agir bi dexl û danê cotkarên Kurd ket û cotkar û welatiyan hewla vemirandina agir didin.

Bînerekî ji Mezmûrê K24ê re ragihand, şeva bûrî agir bi dexl û danê gundê Azîkend yê 9 K.M dûrî Mexmûrê ye û li binarê çiyayê Qereçoxê dikeve ket.

Diyar kir jî, ji ber metirsiya êrîşên çekdarên DAIŞê li wê navçeyê heye, hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi otombîlên agirkujê re neçûne wî gundî û bi hawara gundiyan ve nehatine.

Got jî: ji ber wê li mizgefta Mezin a Mexmûrê daxwaz ji welatiyan hat kirin, hevkariya gundiyên gundê Azîkend bikin û agir vemirînin û nêzîkî 100 kesî amade bû û çûn agir vemirînin.

Ji roja 11ê vê mehê ve, rojane agir bi dexl û danên cotkarên Mexmûrê dikeve û hêzên ewlehiyê nikarin rêgiriyê li bûyerê bikin.

Li gorî jêderên ewlekariyê, çend kesên nenas agir berdane zeviyên li quntara Çiyayê Qereçûxê û gûman tê kirin ku ew kes çekdarên DAIŞê bin.

 

S. B