Li Serê Kaniyê çekdaran 2 kesên sivîl kuştin
Li gundekî bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, du kesên sivîl ji aliyê çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gundekî bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, du kesên sivîl ji aliyê çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve hatin kuştin.
Ajansa Sûrî “SANA” ya fermî ragihandiye, duhî du kesên sivîl, ku ji bajarê Reqayê diçûn bajarê Serê Kaniyê, li gundê Qeşka ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hatin kuştin.
Derbarê sedema kuştina wan welatiyan nehatiye zanîn. Navên wan kesên ku hatine kuştin Mihemed Xidir Hisên û Ziyab Elî ne.
Ji dema dagîrkirina bajarê Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di meha Cotmeha 2019an ve, grûpên çekdaran binpêkirinên mirovî û tawanan di derheqê welatiyên sivîl de dikin.
S. B