Rêveberiya Xweser “lêbihurîna giştî” derkir

Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser îro lêbihurîneke giştî ji bo gelek tawan û serpêçiyên berî roja 17ê Gulanê hatine kirin, derkir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser îro lêbihurîneke giştî ji bo gelek tawan û serpêçiyên berî roja 17ê Gulanê hatine kirin, derkir.

Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de bi boneya hatina cejna Qurbanê, lêbihûrîneke giştî ji 7 madeyan ji bo gelek tawan û serpêçiyên berî roja 17ê Gulanê bûne derkir.

Lêbihûrîna giştî gelek serpêçî û tawanên cînayî lixwe digire, lê tawanên destdirêjiyê, tawanên bazirganiya madeyên hişbir û tawanên terorê li xwe nagire.

Herwiha li gor biyara lêbihûrîna giştî jî, ew kesên siza li wan hatine birîn û xwe radestî nekirine, heta 60 rojî heger xwe radest kirin, dê sûdê ji biryara lêbihurînê bibînin.

Li gor biryara lêbihurînê, ji bo tawanên cînayî, divê mafê kesayetî were xistin, yan jî lihevhatin were kirin, heta lêbihurîna giştî lê bicih bibe. Ji bo serpêçiyan jî, kesê mehkûm tenê dikare pereyên sizayê bide û sûdê ji lêbihurînê bibîne.

 

S. B