Li Hewlêrê 4 pêketiyên bi Koronayê baş bûne
Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê ragihand, li Hewlêrê 4 pêketiyên din ên vîrusa koronayê baş bûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê ragihand, li Hewlêrê 4 pêketiyên din ên vîrusa koronayê baş bûne.
Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed di daxuyaniyekî ragehand, 4 pêketiyên bi vîrusa korona piştî wergirtina çareseriyên bijîşkî bi temamî baş bûne û hemû testên wan negatîf derketin û biryar hat dayîn vegerin malê.’
Diyar kir jî, Li Hewlêrê hejmara kesên ji vîrusa Koronayê baş bûne, gihîşt 208 kesan.
Dr. Dilovan Mihemed Em di daxuyaniyê de spasiya pêbendbûna welatiyan kir. Herwiha spasiya westandina bijîşk û karmendên tenduristiyê û tevahiya hêzên navxwe kir, ku tenduristiya welatiyan diparêzin.
Ev di demekê de ye, heta niha li seranserî Herêma Kurdistanê 404 kes bi vîrusa Koronayê ketine, jê 5 kesan canê xwe jidest dane û 379 kes jî baş bûne.
S. B