Nêçîrvan Barzanî û Emîndarê Giştî yê Projeya Niştimanî ya Iraqê behsa zêdebûna gefên DAIŞê kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Projeya Niştimanî ya Iraqê birêz Şêx Cemal El Zarî kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Projeya Niştimanî ya Iraqê birêz Şêx Cemal El Zarî kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî, aborî, berdewamiya hewl û pêngavên bo temamkirina pêkhateya kabîneya nû ya hikûmeta Federalî ya Iraqê û dagirtina wezaretan hatin guftûgokirin. Herwiha dawî pêşhatên ewlehiya Iraqê û zêdebûna tevgera teroristên DAIŞê li çend navçeyên Iraqê û navçeyên Kurdistanî jî hatin behskirin.
Nerîn û rewangehên projeya niştimanî ya Iraqê bo rewş û proseya siyasî li welat û pêşhatên navçeyê bi giştî û çend babetên ku cihê girîngiya herdu aliyan, tewereke din a hevdîtinê bû.
S. B