Serokê Herêma Kurdistanê: Berevanîyê li mafên pêkhateyan dikîn
Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê ragehand, pêkhateteyên neteweyî û olî hevwelatîyên resenên Herêma Kurdistanê ne û divê rêz li biryara wan bihête girtin û azadîya wan paraztî be. Herweha nabe bibin pişkek ji nakokîyên sîyasî, wek çawa nabe û nahêt qebûlkirin ku hêriş bikin ser wan.
K24- Hewlêr

Evro, Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li nwênerên pêkhateyên neteweyî û olî yên Herêma Kurdsitanê di perleman û hikumeta Herêma Kurdistanê de. Di civînekê de, nwênerên pêkhateyan nerîn û dîtinên xwe derbarê rewşa niha Herêma Kurdsitanê pêşkeşkirin û behsa rol û pêgehên pêkhateyên kirin di jîyana sîyasî û kargêrîya Herêma Kurdistanê de. Herweha tekez hate kirin li ser paraztina maf û şaysteyên wan di warê nwênerînîyê de li sazîyên fermî yên Herêma Kurdistanê û desteberkirina şayîste û berkevteyên kargêrîyên wan.
Ji alîyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê tekez kir li ser paraztina yekrêzîya, tebayî, bi hevra jîyan, hevdû qebûlkirin, cêgîrkirina maf û şayîste yên pêkhateyan di destûra dahatî ya Herêma Kurdistanê de. Hebûna Pêkhateyên neteweyî û olî bi cihê şanazîyê û dewlemendîye û bi wêneyeka bedewa Herêma Kurdistanê da zanîn ku divê bihête paraztin û berevan jî ji wê bihête kirin.