Îraqê bilindtirîn hejmara tûşbûyan tomar kir
144 kesên din li Îraqê tûşî Vayrosa Koronayê bûn. Ev hejmar jî bilindtirîn hejmare ku heya niha di şevek û rojekê de hatibe tomarkirin.
K24- Hewlêr
144 kesên din li Îraqê tûşî Vayrosa Koronayê bûn. Ev hejmar jî bilindtirîn hejmare ku heya niha di şevek û rojekê de hatibe tomarkirin.
Wezareta Tenduristî ya Îraqê belavkirîye, di 24 demjimêrên burî de 144 kesên din tûşî Koronayê bûn û dû kesan jî canê xwe ji dest dan e.
Hejmara tevaya tûşbûyên Koronayê li Îraqê gehişte 3, 404 kesan û heya niha 123 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane û 2, 126 kes jî baş bûne.