HSDyê nêzîkî 15 çekdarên dijberîya Sûriyê kuştin
Nêzîkî 15 çekdarên dijberîya Sûriyê li derdora Girê Sipî hatin kuştin.
K24- Hewlêr
Nêzîkî 15 çekdarên dijberîya Sûriyê li derdora Girê Sipî hatin kuştin.
Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belavkirîye, çekdarên dijberîya Sûriyê li gundewarê Girê Sipî hewil dane derbazî navçeyên jêr destê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) bibin; lê hewla wan ji alyê HSDyê ve hat têkşikandin û di navbera herdû alîyan de şer derket.
Li gor Riwangehê di encama wî şerî da, HSDyê nêzîkî 15 çekdarên dijberîyê kuştin lê Riwangehê amaje bi zîyanên canî yên HSDyê nekirîye.