Malbatên Daişîyan li Kampa Holê hewla revînê didin
Li Kampa Holê alozî di navbera asayîşê û kesûkarên Daîşîyan de derket.
K24- Hewlêr
Li Kampa Holê alozî di navbera asayîşê û kesûkarên Daîşîyan de derket.
Nûçegehanê Kurdistan 24 li Qamişlo ragehand, derengîya şeva bûrî hewleke revînê ji alîyê kesûkarên çekdarên Daişê ji Kampa Holê hebû, lê hêzên asayşê destêwerdan kirin û karîn hewla wan kesan pûç bikin.
Got jî: Pirosêsa asayîşê li wê Kampê heya serê sibeha evro jî berdewam bû û alozî di nava Kampê de derket, lê niha rewş hatîye kontrolkirin û asayîşê kesên ku hewil didan birevin desteser kirin.