Neteweyên Yekbûyî peyamekê belav dike derbarê şewitandina dexl û danê hevwelatîyan
Beşa hevahengîya karûbarên mirovî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî li Îraqê twîtek belav kir derbarê şewitandina dexil û danên cotyaran li çend navçeyên Îraqê.
K24- Hewlêr
Beşa hevahengîya karûbarên mirovî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî li Îraqê twîtek belav kir derbarê şewitandina dexil û danên cotyaran li çend navçeyên Îraqê.
Di tiwîtê de hatîye, beşa hevahengîya karûbarên mirovî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî li îraqê, ji nêzîk ve çavdêrîya raportan dike derbarê zêdebûna rêjeya şewitandina dexil û danan di meha bûrî de.
Di wê tiwîtê de balkişandîye ser wê yekê jî , ku bûyer zêdetir ji Neynewa , Dîyala û Selahedîn in û heya niha bi fermî ti kes nehatîye tohmetbarkirin. Lê raportên mêdyayê tohmetan arasteya çekdarên Daişê dikin.
Heyameke şewtandina berhemên cutyarên Îraqê bi taybetî cutyarên Kurd li navçeyên Kurdistanî yên derveya rêvebrîya Herêma Kurdistanê zêde bûye û zîyanên mezin gehiştine cutyaran. Di çend rojên bûrî jî de, li Xaneqîn, Mexmûr û çend navçeyên Kerkûkê ew bûyer zêdebûne.
OCHA is closely tracking the reports of #cropfires that have been gaining in frequency over the last month, especially in Ninewa, Diyala and Salah al-Din.
— OCHA Iraq (@OCHAIraq) May 17, 2020
Many of the attacks have not been formally attributed, but news reports often credit them to ISIL.
[?: Qarachux Mountains] pic.twitter.com/bE39ibNndj