Lêpirisîna hevşaredarên Îdir, Sêrt, Hawêl û Misircê berdewam dike
Hevşaredarê Vartinîsê, Casim Budak hat zîndanîkirin. Lêpirisîna hevşaredarên Îdir, Sêrt, Hawêl û Misircê berdewam dike.
K24- Hewlêr
Hevşaredarê Vartinîsê, Casim Budak hat zîndanîkirin. Lêpirisîna hevşaredarên Îdir, Sêrt, Hawêl û Misircê berdewam dike.
Hevşaredarê bajarokê Vartinîsê ya Mûşê, Casm Budak, piştî sê rojan ji lêprisîna derket pêşberî dadgehê. Dadgeha Mûşê, bi tuhmeta bangeşeya rêxistina terorê biryara zîndanîkirina Budak da.
Bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, 15ê Gulanê, hevşaredarên bajarên Sêrt û Îdir û bajarokên Hawêl û Msir û Vartinîsê, bi bîyanûya ku derbarê wan de lêprisîn heye, ji kar hatbûn dûrxistin û şûna wan qeyum hatibûn danan. Şaredar bi endamînî û bangeşeya rêxistna terorê tên tuhmetbarkirin.
